Dera-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Derayê, rêûresmên derçûna xuleke nû ya endaman bi pileya pasevan ku 170 kesên derçûyî li xwe digirt, li dar xist. Ev yek bi amadebûna Alîkarê Wezîrê Navxwe Mihemed Husam El-Şêx Fetûh, piştî temamkirina bernameyeke rahênanê ya li ser hev ku 60 rojan dom kir, pêk hat; bi mebesta dabînkirina kadroyên jêhatî ji bo pergala ewlehîyê û xurtkirina ewlehî û aramîya li herêmê.
Parêzgeha Derayê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê dîyar kir ku merasîma derçûnê pêşandanên leşkerî, tektîkî û meydanî yên cihêreng ku berhema bernameyên rahênanê bûn li xwe girt, ku şîyana bilind a derçûyan di behreyên şerê nêzîk û tektîkên ewlehîyê de nîşan dan.
Her wiha pêşandana wesayîtan û nimayîşên jêhatîbûnê ku çelengîya laşî ya bilind û leza zîrekîyê nîşan didan li xwe girt, ligel sepandinên pratîkî di zanistên polîsî û qanûnî de.
Di dawîya merasîmê de, derçûyan sonda qanûnî xwarin, di heman demê de xwendekarên serkeftî û yên yekemîn wek pêzanîn ji bo jêhatîbûna wan di dema rahênanê dê, hatin xelatkirin.
Parêzgarê Derayê Enwer Taha El-Zuibî, Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgehê Emîd Husam El-Tehan, Rêveberê Rêveberîya Rahênan û Perwerdeyê li Wezareta Navxwe Husên Mihemed Selman û hejmarek ji fermandarên polîsan û efseran beşdarî merasîmê bûn.




