Reqa-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê yên girêdayî Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, îro Şemîyê cenazeyê sêyemîn ciwanê wendabûyî dîtin. Ew ciwan di bûyera ketina otomobîlekê de li çemê Bilêxê yê nêzî gundê Marûdeyê yê bakurê rojhilatê Reqayê wenda bûbû.
Parastina Sivîl li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku cenaze li devera El-Hemratê, li xala gihîştina çemê Bilêxê bi çemê Firatê re hat dîtin. Hat dîyarkirin ku cenaze piştî xebatên lêgerînê yên ku ji roja Pêncşema borî ve berdewam dikirin, hatiye dîtin.
