Îdlib-SANA
Îro Pêncşemê, bi serperiştî û çavdêrîya Parêzgeha Îdlibê û Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar a parêzgehê, bi hevkarîya ligel Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR), karwanê vegera bidilxwazî yê ku ji 77 malbatan (349 kesan) pêk dihat, ji kampên bakur ber bi bajarokên Has, Kifrenbil û Kifer Rûmeyê li gundewarê başûrê Îdlibê bi rê ket.
Ev gav jî di çarçoveya hewldanên hêsankirina vegera şênîyan bo herêmên wan ên resen tê avêtin.
Rêkarên vegerê pêşkêşkirina piştgirîya lojîstîk û mirovî bo her malbatekê li xwe girtin; ku dabînkirina wesayîtên veguhastinê û dabeşkirina alîkarîyên serekî yên lojîstîk û bijîşkî di nav de bûn. Ev kar jî bi hevahengîya ligel alîyên herêmî û rêxistinên ku li herêmê kar dikin, mîna tîmên Parastina Sivîl, Heyva Sor a Erebî û Rêxistina Muznê pêk hat.
Menaf Hemam, ji UNHCRê di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re eşkere kir ku karwanê îro, parçeyek ji rêze-karwanên berê ye ku ji kampan ber bi herêmên xwe yên resen ve çûne.
Her weha Hemam piştrast kir ku UN piştgirîyê dide proseyên vegera bidilxwazî û xebata ji bo dabînkirina parastin û alîkarîyên bingehîn ji bo malbatên vegerîyayî, da ku piştî vegerê ji wan re bibe pişt, ligel berdewamîya pêşkêşkirina hemû xizmetguzarî û bernameyên ku di entegrebûna wan a di nav civaka wan a resen de dibin alîkar.







