Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ê Sûrîyê Raid El-Salih piştrast kir ku tîmên wezaretê bi hevahengîya wezaretên Parastin û Hundirîn û parêzgeha Dêrezorê, ji bo roja sêyem li pey hev operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo du zarokên ku hîn winda ne, didomînin. Ev bûyer piştî wergerîna kelekeke avî di çemê Firatê de li bajarê Dêrezorê qewimî.
Wezîr El-Salih îro Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Zêdetirî 12 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên avî û bejayî, tevî tîmên piştgirîya lojîstîk û tîmên hawarçûnê, beşdarî lêgerînê dibin.” Wî dîyar kir ku karên lêgerînê li ser dirêjîya 50 kîlometreyan ji herikîna çemê Firatê tên kirin.
Wezîr El-Salih bal kişand ser wê yekê ku piştî hevahengîya bi alîyên peywendîdar û malbatên windayan re li parêzgeha Dêrezorê, hat piştrastkirin ku hîn du zarok winda ne. Wî tekez kir ku tîmên wezaretê bi hemû egerên xwe lêgerînê didomînin heta ku her du zarok bên dîtin.