Dera- SANA
Ligel berdewamîya proseya radestkirinê di werza îsal de, tibaba genimê ku li navenda sîloyên Izre’ê li parêzgeha Derayê hatiye radestkirin gihîşte nêzî 75 hezar tonî.
Serokê navendê, Nûredîn Silêman El-Herîrî dîyar kir ku şîyana navendê heye ku heta dawîya vî werzî 15 hezar tonên din jî wergire.
El-Herîrî anî ziman ku proseya wergirtinê, piştî pejirandina platforma elektronî ji bo birêxistina dorê, û tevî ku niha hinek zehmetî di bikaranîna platformê de hene jî, lê kar bi hêsanî dimeşe, û bi derbasbûna demê re wê bandora wê ya erênî di kêmkirina qerebalixîyê û hêsankirina depokirinê de dîyar bibe.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek ji cotkaran amaje bi hêsanîya proseya radestkirinê ya îsal kirin. Di heman demê de û ji ber berpirsîyarîyên wan ên wekî heqdestê çinînê, amûrên çandinîyê û karkeran hene, tekez kirin ku divê bihayê genimê radestkirî bi lez bê dayîn.


