Dera-SANA
Hêzên dagirker ên Îsraîlê gundê Abidînê û derdora wê li gundewarê Derayê yê rojava bi topên topxaneyê û gulebarana helîkopteran armanc girtin, ku bûn sedema koçberbûna hindek şênîyan ber bi bajarok û gundên derdorê ve.
Nûçegihanê SANAyê li Derayê dîyar kir ku bombebarana Îsraîlê bû sedema zirarên madî li cih û zevîyên çandinîyê, bêyî ku tu agahî derbarê tomarkirina zîyanên canî de hebin, ligel berdewamîya firîna firokeyên şer û helîkopterên Îsraîlî li esmanê gundewarên Dera û Quneytirayê.







