Dera-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker îro derbasî bajarokê Me’erîyê yê li devera Hewza Yermûkê ya li gundewarê Derayê yê rojava bû û gihîşt gundê Abidînê û devera Girê Mixir.
Nûçegihanê SANAyê ragihand ku hêzeke dagirkerîyê ku ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, ji baregeha Cezîreyê bi rê ket û derbasî bajarokê Me’erîyê bû û gihîşt gundê Abidînê, berî ku berê xwe bide devera Girê Mixir.