Ji ber teqîna mayîneke bermayîyên rejîma berê li herêma Sixnê ya gundewarê rojhilatê Himsê, îro Şemîyê zarokekî jîyana xwe ji dest da û du kesên din bi birînên sivik birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya rêvebirê Nexweşxaneya Tedmurê ya Neteweyî Dr. Welîd Ode, teqîn li herêma “Rewd El-Wehiş” li bakur-rojavayê Sixnê pêk hat. Ode piştrast kir ku rewşa tendirustî ya birîndaran piştî veguhastina wan bo Nexweşxaneya El-Welîd aram e.
Ode bang li niştecihan kir ku hişyar bin û ji herêmên gumanbar dûr bikevin, û tekezî li ser pêwîstîya destwerdana alîyên têkildar ji bo rakirina mayînan li herêmê kir. Bermayîyên şer yek ji gefên herî xeternak in ku li gundewarê rojhilatê Himsê rûbirûyî sivîlan dibin.