Tertûs-SANA
Beşa Rênimayîya Çandinî û Geşepêdanê ya Rêveberîya Çandinîyê li parêzgeha Tertûsê îro Duşemê, pêşangeha berhemên jinên gundewar li hola Tertûsê ya kevn vekir. Ev çalakî di çarçoveya hewldanên piştgirî û bihêzkirina jinan di nav civakên herêmî de tê kirin.
Parêzgarê Tertûsê Ehmed El-Şamî di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re tekez kir ku pêşangeh bi cihêrengî û afirînerîyê tê naskirin. El-Şamî bal kişand ser wê yekê ku piranîya beşdaran karên xwe bi eşq û hezkirineke mezin pêşkêş kirine û divê ew werin piştgirîkirin da ku derfetên wan ên bazarkirinê berfireh bibin.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Çandinîyê yê Tertûsê Dr. Mihemed Ehmed di daxuyanîyekê de dîyar kir ku pêşangeha ku dê heta roja Pêncşema bê berdewam bike, di çarçoveya stratejîya Wezareta Çandinîyê û Sekreterîya Giştî ya parêzgeha Tertûsê de ye ji bo piştgirîya sektora çandinîyê. Her wiha da zanîn ku pêşangeh cara yekemîn e ku zêdetirî 75 beşdarên jin û mêr ji deverên cuda yên parêzgehê li xwe digire.

