Heseke-SANA
Sazîya Posteyê ya Sûrîyê ragihand ku Rêveberîya Posteya Hesekê ji nû ve hatiye çalakkirin da ku bibe yekemîn sazîya xizmetguzarî ya hikûmetê ku li parêzgehê dest bi xebatên xwe dike, di pêngavekê de ku armanca wê xurtkirina amadebûna sazîyên hikûmetê ye.
Rêveberê Rêveberîya Posteyê li Hesekê, Raşid Ebdullah El-Ciryan di daxuyanîyekê de îro Yekşemê zelal kir ku rêveberîyê piştî temamkirina karên nûjenkirin û amadekirinê, bi rêya kadroyên xwe yên teknîkî û îdarî, tevî dana mûçeyên xanenîşînan jî, dest bi karê xwe kiriye, ligel pêşkêşkirina komek xizmetguzarîyên darayî û elektronîkî ku welatî rojane hewcedarî wan dibin.
Navborî lê zêde kir û got ku xizmetguzarîyên ku niha berdest in ev in: Kişandin û razandina dirav bi rêya “Sham Cash” û dayîna fatûreyên MTNê, ligel xizmetên hewaleyên darayî yên bilez û pevguhertina diravan.
El-Ciryan bal kişand ser wê yekê ku Sazîya Posteyê ya Sûrîyê planeke xebatê ji bo berfirehkirina qada xizmetguzarîyên xwe di qonaxa bê de danîye, ku vekirin û çalakkirina nivîsgeh û xizmetguzarîyên posteyê li herêmên cuda cuda yên parêzgeha Hesekê li xwe digire, bi armanca hêsankirina gihîştina welatîyan û kêmkirina barê çûnûhatinê. Wî tekez kir ku rêveberî rojane pêşwazîyê li serlêderan dike da ku miameleyên xwe bi ciwanî biqedînin, ligel berdewamîya xebata li ser berfirehkirin û pêşxistina xizmetguzarîyan bi awayekî ku li gorî daxwazên qonaxa niha be.