Hims-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê ya Himsê, bi hevkarîya ligel Kompanya Ava Vexwarinê û alîyên pêwendîdar, pêngavên xweparastinê avêtin da ku rê li pêşîya belavbûna vîrûsa kezebê ya vegir (Hepatit A) li gundê El-Zareyê yê li gundewarê rojavayê Himsê bigire.
Encamên analîzan nîşan dan ku ava kanîya gund bi giranî gemar bûye, di heman dema ku selamatîya tora ava vexwarinê ya giştî û guncavbûna wê ji bo vexwarina mirovan hat tekezkirin. Li gor vê yekê, ji xelkê gund re gotin ku bikaranîna ava kanîyê qedexe ye, û hebên klorê ji bo pakkirina avê li wan belav kirin.
Hejmara gumanbarên bi tûşbûna vê nexweşîyê di meha Nîsanê de gihîşt 40 kesî, di Gulanê de 35an û di Hezîranê de 5 bûn; hemû baş bûn ji bilî tûşbûyên nû yên ku niha di karantînayê de ne û rewşa wan tê şopandin.