Hesekê – SANA
Şandeyeke Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê bi serokatîya Rêveberê Cîbicîkar yê Şirketa Sûrî ya Elektrîkê Umer Şeqrûq, di civînekê de li parêzgeha Hesekê, mekanîzmayên tevlêkirina karmendên Desteya Enerjîyê ya ku berê girêdayî Rêveberîya Xweser bû, tev heykelîya fermî ya di sektora elektrîkê de, gotûbêj kir.
Di civîna ku gelek berpirsên sektora elektrîkê û rêveberîya herêmî tê de beşdar bûn, gavên rêxistinî û îdarî yên pêwîst ji bo pêkanîna vê pêvajoyê jî hatin niqaşkirin.
Wezareta Enerjîyê dîyar kir ku ev hevdîtin piştî civînekê bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û cîgirê wî Ehmed El-Hilalî, her weha bi berpirsên karûbarên sîyasî û sazîyên veguhastin, belavkirin û hilberandina elektrîkê re hat lidarxistin.
Ev gav jî di çarçoveya peymana ku berê di navbera hukûmeta Sûrîyê û QSD de derbarê tevlêkirina birêkûpêk a sazî û hêzên îdarî û leşkerî di nav sazîyên dewletê de tê.