Laziqîye-SANA
Rêveberîya Bendera Laziqîyê, îro Şemîyê, dest bi vegerandina kelûpel û barên taybet ên koçberên Sûrîyê kir, yên ku bi salan di kargehên benderê de asê mabûn, bêyî ku ti bacên zêde ji xwedîyên wan werin wergirtin. Ev pêngav wek cîbicîkirina rênimayên Desteya Giştî ya Dergehên Bejayî, Deryayî û Gumrikan pêk hat.
Rêveberê Kontrola Navxweyî li benderê, Wail Bakîr, ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku rêveberîya benderê di dema borî de gilî û gazin ji welatîyan wergirtine, yên ku peywendîya wan bi barên wan ên ji derve hatibûn re qut bûbû; vê yekê tîma kontrolê neçar kir ku vê dosyayê bişopîne, ku di encamê de sê konteynirên tije kelûpelên malbatên Sûrî yên koçber hatin dîtin.
Bakîr dîyar kir ku karker û rêveberên benderê dest bi karên dabeşkirin û rêzbendkirina naveroka baran û birêxistina zanyarîyên girêdayî wan kirine, bi mebesta radestkirina her barî ji bo xwedîyên wî li gorî rêbazên fermî.




