Heleb – SANA
Rêveberîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê ragihand ku hejmara rêwîyên ku di meha Gulanê ya borî de ji Balafirgeha Navdewletî ya Helebê derbas bûne, gihîştiye 40 hezar û 451 rêwîyan.
Li gorî amarên ku rêveberîyê îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, hejmara rêwîyên hatî 18209 kes bûn, di heman demê de hejmara rêwîyên derketî gihîşt 22242an.
Her wiha hejmara geştên esmanî 412 bûn û hejmara kompanyên balafiran ên kar dikin gihîşt 7an.