Şam-SANA
Di çarçoveya bicihanîna peymana di navbera dewleta Sûrîyê û HSDê de, hêzên Artêşa Sûrîyê dest bi vekişîna ji derdora bajarê Hesekê kirin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand ku hêzên Ewlehîya Hundirîn li deverên ku artêş jê vekişîyaye hatine bicihkirin. Her wiha amaje pê kir ku HSD pabendî bicihanîna peymana ligel artêşê ye û gavên erênî diavêje.
Desteya Operasyonan dîyar kir ku ew bi her du proseyên çavdêrî û nirxandinê radibe ji bo dîyarkirina gava bê.
Hêjayî gotinê ye ku roja îna borî, bi mebesta bicihanîna peymana di navbera dewleta Sûrîyê û HSDê de, şandeke Desteya Operasyonan ligel hejmarek efserên pilebilind ên Artêşa Sûrîyê, bi amadebûna nûnerên HSDê li gelek dever û xalên parêzgeha Hesekê gerîyan.