Şam-SANA
Wezareta Hundir îro Înê ragihand ku toreke tawanbar li parêzgeha Tertûsê ku di warê xwedîtî û qaçaxçîtîya madeyên hişbir de çalak bû, hat têkbirin.
Li gorî nûçeya ku Wezareta Hundir li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, yekîneyên Wezareta Hundir di dema operasyonê de dest danîn ser barekî madeyên hişbir ku tê texmînkirin 2 mîlyon hebên keptagonê bûn û ji bo qaçaxçîtîyê hatibûn amadekirin. Her wiha du endamên komika tawanbar a têkildarî vê dozê hatin girtin ku ew jî (S. C.) û (M. K.) ne.
Wezaretê li dawîyê jî dîyar kir ku her du girtî ji bo temamkirina lêpirsînan û eşkerekirina hemû hûrgilîyên dozê ji alîyên peywendîdar re hatin şandin, wekî amadekarîyekê ji bo wergirtina rênimayên yasayî yên pêwîst derbarê wan û radestkirina wan ji bo dadwerîyê.




