Hema-SANA
Îro Çarşemê, karên wergirtina berhema genim ji cotkaran li navenda Selhebê li gundewarê rojavayê Hemayê dest pê kir. Ev yek di çarçoveya rêkar û amadekarîyên ku radestkirina berhemê ji bo hilberîneran hêsantir dikin, pêk hat.
Rêveberê Navenda Wergirtina Dexlûdanê li Selhebê Elî Hesen di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re got: “Karên wergirtina berhema genim ji cotkaran bi rêya qeydkirina li ser platformeke elektronîk ku Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ji bo hêsankirina karên kirîn û firotinê û rêgirtina li ber her qerebalixîyekê daye destpêkirin, dest pê kir.” Hesen anî ziman ku piştî qeydkirinê, nimûne ji genim tên girtin û bi hûrgilî tên ravekirin û kontrolkirin, da ku pola wan û bihayê wan were dîyarkirin û bên wergirtin.


