Reqa-SANA
5 sivîlan jîyana xwe ji dest da, û 3yên din jî bi awayên cuda birîndar bûn di encama bûyereke trafîkê de ku îro Çarşemê li ser rêya Tebqa – Eseryayê li başûrê bajarê Tebqayê li gundewarê Reqayê qewimî.
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku bûyer, li gorî daneyên destpêkê, ji ber lihevketina otomobîleke “Pîkap” bi otomobîleke din re, di encama leza zêde de pêk hatiye.
Her wiha anî ziman ku: Yekser piştî wergirtina agahîyê, tîmên Berevanîya Sivîl ên ser bi Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Reqayê ve, berê xwe dan cihê bûyerê, û kar kirin ji bo derxistina çar cenazeyan ku di hundirê yek ji her du wesayîtan de asê mabûn bi bikaranîna vekerên hîdrolîk ên taybet ji bo karên rizgarkirinê, ku cenaze ji bo temamkirina rêkarên pêwîst bo nexweşxaneya Tebqayê hatin veguhestin.
Di heman demê de, birîndar ji alîyê sivîlên ku li herêmê bûn ji bo wergirtina dermankirin û lênêrîna bijîşkî rakirin nexweşxaneya Selemîyê.