Laziqîye-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirînli gundewarê bakurê Laziqîyê, bi hevkarîya Şaxê Têkbirina Terorê, du serkirdeyên şaneyaterrorîst a bi navê “Mulazim Ebbas” a ser bi “Lîwayê Mertala Peravê” ve girtin, ku yên herî dîyar di nav wan de: Ce’fer Elî Elîya, Reşîd Xiyath Elîya û Elî Ebdulsetar Xelîlo ne.
Lêkolînan piştrast kir ku ev şane di armancgirtina xalên ewlekarîyê û yên artêşê de beşdar bûye, û Miqdad Fetîhe di warê darayî û lojîstîk de piştgirîya wan dike. Her wiha endamên vê şaneyê di hin vîdyoyan de derketibûn, gefên pêkanîna êrîşan dixwarin.
Kesên girtî radestî dadgehê hatin kirin, û lêgerîna liendamên din hîn berdewam e.
Her wiha Heyder Elî Osman jî bi tuhmeta handana li ser tundûtûjîyê di hin xwepêşandanên bûrî dehat girtin, zanyarîyên heyî jî piştrast dikin ku hin grûpên çekdar ênterorîst hene kuli dû kiryarên bêserûberî û tevlîhevîyê ne.