Dêrezor-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesre, îro Duşemê, di dema serdana xwe ya bo parêzgeha Dêrezorê de ku hejmarek efserên payebilind jî pê re bûn, bi çend rîspî û şênîyên parêzgehê re civîya.
Wezareta Parastinê li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyand ku Wezîr di dema hevdîtinê de tekezî li ser giringîya yekkirina hewldanan û bihêzkirina hevkarîyê kir, bi awayekî ku ewlehî û aramîyê li parêzgehê biçespîne.



