Îdlib-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûrîyê îro Duşemê dest bi cîbicîkirina xebatên projeya nûjenkirin û berfirehkirina dergehê sînorî yê Bab El-Hewayê bi Tirkîyê re kir. Ev xebat di çarçoveya plana pêşxistina dergehên sînorî û bilindkirina asta amadebaşîya wan a xebatê de tê kirin.
Berpirsê beşa peywendîyên giştî li dergehê sînorî yê Bab El-Hewayê Mistefa Helaq di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku plana projeyê pêşxistin, nûjenkirin û berfirehkirina dergehê Bab El-Hewayê li xwe digire û hemû beşên dergehê li xwe digire.
Ji alîyê xwe ve, serokê Daîreya Teknîkî û Lêkolînên Endezyarîyê li Sazîya Sûrîyê ya Avakirinê Mihemed Hac Eyûb di daxuyanîyeke wekî wê de da zanîn ku dema cîbicîkirina projeyê di navbera şeş heta neh mehan de tê texmînkirin û gelek xebatên cuda û pêşxistina dîmenê dergeh li xwe digire.


