Reqa – SANA
Parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selame îro Duşemê civînek li gel nûnerên cotkarên parêzgehê derbarê rewşa nirxê genim û astengîyên ku cotkar di demsala çandinîyê ya îsal de rû bi rû dimînin li dar xist. Ev civîn di çarçoveya şopandina berdewam a dosyaya nirxê genim û guhdana parêzgehê ji bo piştgirîya cotkaran û guhdarîya daxwazên wan tevdigere.
Parêzgar tekez kir ku dosyaya nirxê genim guhdan û şopandineke rasterast jê re tê kirin, ji ber ku ew bingeheke sereke ye di jiyana li parêzgeha Reqayê û yek ji stûnên ewlehîya xwarina wê ye. Wî îşaret bi berdewamîya hevrêzîya bi alîyên têkildar re kir, bo veguhestina daxwazên cotkaran û şopandina wan, ta ku berjewendîya giştî pêk bîne û mafên cotkaran biparêze.
Parêzgar bang kir ku di vê qonaxê de sebir û hevkarî, û karê bi rihê berpirsyarîya hevpar hebe, da ku ev yek bibe alîkar di piştgirîya aramîyê û parastina berjewendîyên cotkar û welatîyên parêzgehê de.
Reqa û hin parêzgehên din duh û îro seknên protestoyî li dijî biryara Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya ku nirxê kirîna genimê hişk yê pileya yekem bi 46.000 lîreyên sûrî ji bo her tonê destnîşan kiribû li dar xistin. Di heman demê de daxwaz hatin kirin ku nirxê genim careke din were niqaşkirin, ta ku bi lêçûnên çandinîyê û hilberînê re guncaw be.