Hesekê – SANA
Ehmed El-Hîlalî îro Sêşemê, wekî cîgirê parêzgarê Hesekê dest bi karê xwe kir. Ev yek piştî civîneke fermî li avahîya parêzgehê ligel parêzgar Nûredîn Ehmed û bi amadebûna nûnerê serokatîyê Emîd Zîyad El-Ayiş pêk hat.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê dîyar kir ku di civînê de tekezî li ser piştgirîkirina karê sazûmanî û bilindkirina rewşa xizmetên ku ji welatîyên parêzgehê re têne pêşkêşkirin, hat kirin.