Hims-SANA
Yekîneyên endezyarîyê di Firqeya 52an a Artêşa Sûrîyê de, karên xwe yên meydanî ji bo rakirina mîn, bombeyên çandî û paşmayên şer li herêmên derdora bajarê El-Qisêrê berdewam dikin. Ev yek di çarçoveya planeke seranserî de tê ku armanca wê dabînkirina vegera xelkê bo gund û mal û milkên wan e.
Efserê Ragihandinê di Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Berevanîyê de li Firqeya 52an, Xidir El-Xidir, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Şemîyê eşkere kir ku yekîneyên endezyarîyê bi şev û roj kar dikin ji bo rakirina paşmayên şer ku metirsîyeke rasterast li ser jîyana sivîlan çêdikin.
Yekîneyên artêşê di pêkanîna erkên xwe de ji bo rakirina mîn û paşmayên şer berdewam in, bi mebesta vegerandina jîyana asayî û bihêzkirina aramîya herêmê.






