Heseke-SANA
Tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Hesekê, dest bi cîbicîkirina qonaxa duyem a plana kêmkirina metirsîyên lehîyan kir, ku rêça çemê Xabûrê û navçeyên li kêleka wî dike armanc.
Rêveberê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgehê Ebdilhelîm Şehab, îro Yekşemê ji peyamnêrê SANAyê re dîyar kir ku qonaxa duyem giranîyê dide baştirkirina herikîna avê di nav rêça çemê Xabûrê de û kêmkirina egera derketina wê bo navçeyên derdorê, nexasim di heyamên baranên gur de.
Şehab destnîşan kir ku ev xebat bi rêya karên paqijkirina rêça çêm, rakirina hemû astengan û bilindkirina berbendên axê li wan cihên ku herî zêde rûbirûyî metirsîyê ne, tên meşandin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku ev kar bi hevahengîya ligel Rêveberîya Çavkanîyên Avê bi rê ve diçin, ji bo destnîşankirina pêşgavîyan û wan cihên ku herî zêde pêdivîya wan bi destwerdana parastinê ya pêşwext heye. Di heman demê de, hat dîyarkirin ku rêveberîyê berê qonaxa yekem li her du navçeyên Til Koçer (El-Ye’rubîye) û Til Hemîsê bi dawî anîbû; ew jî bi rêya rêkarên meydanî ji bo kêmkirina metirsîyên lehîyên ku di newal û rêçikên xwezayî re ji alîyê sînorê Sûrîye-Iraqê diherikin.