Hema – SANA
Îro pêncşemê, du karkerên Desteya Giştî ya Birêvebirin û Geşepêdana Xabê birîndar bûn, piştî teqîna mayîneke ji bermahîyên rejîma berê, di dema serrastkirina rêyên çandinîyê de li gundê El-Sermanîyê li gundewarê Hemayê.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê di desteyê de Mihemed El-Şêxfî, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku her du birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Niştimanî ya Siqêlbîyê. El-Şêxfî her wiha destnîşan kir ku di encama qezayê de erebeya desteyê jî xira bû û ji xizmetê derket.
Mayîn û cebilxaneyên neteqîyayî yên ji bermahîyên rejîma berê, li gelek herêmên Sûrîyê gefeke berdewam li ser jîyana sivîlan çêdikin, di heman dema ku hewldanên alîyên peywendîdar ji bo rakirina wan berdewam in.