Laziqîye-SANA
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Parêzgeha Laziqîyê Emîd Ebdulezîz El-Ehmed: Piştî operasyoneke şopandinê ya hûrbîn ku çend rojan berdewam kir, me li her du navçeyên Beyt Elûnî û Bisnîya yên gundewarê Cebleyê operasyoneke ewlehîyê ya dualî pêk anî. Di vê operasyonê de, me karî yek ji baregehên herî girîng ên milîsên ku jê re tê gotin “Seraya El-Cewad”ê bikin armanc.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê: Piştî şerekî ku demijmêrekê dom kir, hêzên me karîn serkirdeyê “Seraya El-Cewad”ê li peravê, tawanbar Beşar Ebdulah Ebû Ruqîye, tevî du serkirdeyên din bêbandor bikin. Her wiha şeş endamên din hatin girtin û hêzên me depoyeke çekan û teqemenîyan a ser bi wê komikê ve bi temamî teqandin.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê: Di encama operasyonê de endamekî Hêzên Erkên Taybet şehîd ket û endamekî din jî bi sivikî birîndar bû.





