Gundewarê Şamê – SANA
Kempîna “Gundewarê me Kesk e” roja Pêncşemê li gundewarê Şamê karên xwe bi xelatkirina beşdaran û bi amadebûna parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx, hi dawî kirin. Ev kempîn 5 mehan ji nîvê Kanûna Pêşîn a borî ve berdewam kir ji bo nûjenkirina rûberên kesk û vejandina navçeyên zîyandîtî.
Kempîna “Gundewarê me Kesk e” 9 navçe li gundewarê Şamê li jêr çavdêrîya rêvebirê wê Ebdulrehman Xubêyis li xwe girtin; kempînê giranî da ser Xûteya Rojhilat û Zebedanîyê, û tê de 497 hezar dar bi pişkdarîya rêveberîyên Rewşên Awarte û Karesatan, Ragihandin, Çandinî û Xizmetguzarîyên Teknîkî hatin çandin.
Ev encam destpêka planeke demdirêj in ji bo baştirkirina rewşa jîngehê û keşûhewayê li parêzgehê, ligel tekezkirina li ser berdewamî û pêşxistina wê ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û çolbûnê, û her weha ji bo çespandina parastina xwezayê û zêdekirina rûberên kesk.
