Şam-SANA
Di dema operasyoneke ewlekarîyê de ku ji alîyê Şaxê Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir ve hatibû pêkanîn, Wezareta Hundir îro Duşemê ragihand ku yek ji xetertirîn bazirganên madeyên hişbir li parêzgeha Dêrezorê, hate girtin. Wezaretê her wiha da zanîn ku di encama operasyonê de endamekî wan şehîd ketîye.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got: “Bi serbilindî û rûmeteke mezin, em nûçeya şehîdbûna endamekî şaxê têkoşîna li dijî madeyên hişbir li parêzgehê radigihînin, ku di dema bicihanîna erkeke ewlekarîyê de ji bo girtina yek ji xetertirîn bazirganên maddeyên hişbir li herêmê, jîyana xwe ji dest da û gihişt asta şehadetê.”
Wezaretê piştrast kir ku hêzên operasyonê karîn sûcdarê ku di vê bûyerê de cih girtibû bigirin, û birek mezin a madeyên hişbir li cem wî hatin desteserkirin. Wezaretê destnîşan kir ku ew ê radestî dadgehê were kirin daku li gorî qanûnê cezayê xwe yê dadperwer werbigire.