Hesekê-SANA
Rêveberîya Rewşên Awarte û Rêveberina Karesatan li Hesekê, bi armanca xurtkirina tedbîrên ewlehî û xweparastinê, gerên hişyarkirinê ji bo cotkar û karkerên patozan pêk anîn.
Di van geran de bal hate kişandin ser girîngîya guhdana çaksazkirina dembidem ya makîne û amûran da ku rê li ber şortên elektrîkê bê girtin. Her weha tekezî li ser venexwarina cixarê di dema kar de, û neşewitandina paşmayên zevîyan hate kirin.
Ligel vê, kesên program ji bo wan tê pêşkêşkirin, li ser bikaranîna agirkujên destî hatin perwerdekirin û hejmarên telefonên rewşên awarte ji bo ragihandina zû ya her vêketina agirekî bo wan hatin dayîn.
Ev hewldan di çarçoveya kampanya “Hişyarîya te bi karê te ye.. Em bi hev re berhemên xwe ji agir biparêzin” de tên, ku ji alîyê Wezîrê Rewşên Awarte û Rêveberina Karesatan ve di 14ê Gulanê de hatibû destpêkirin.

