Dêrezor-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Dêrezorê karîbûn bandeke ku li bajarokê Kişkîyê yê gundewarê parêzgehê karên talankirin, şantaj û dizîyê dikirin, bigirin. Ev yek piştî operasyoneke ewlehîyê ya hûr pêk hat ku encama komkirina agahîyên hûrbîn, lêkolînên berfireh û şopandina berdewam bû.
Parêzgeha Dêrezorê îro Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di encama operasyonê de nasnameya endamên bandê hat dîyarkirin û hatin girtin. Lêkolînan nîşan da ku kesên girtî xwedî qeydên tawanan in û gelek biryarên dadgehê û dozên polîsan li ser wan hene.
Parêzgehê bal kişand ser wê yekê ku kesên girtî ji bo temamkirina lêkolînan radestî alîyên peywendîdar hatin kirin, da ku gavên yasayî yên pêwîst li dijî wan bên avêtin.


