Dera-SANA
Bahozeke birûskî û bizîpik a bêhempa li gelek herêmên gundewarê Derayê, wekî Tefes, Daîl û Izre’ê da, ku bû sedema wêranîyeke berfireh di berhemên çandinîyê de, wekî baqilan, genim, sebzeyan û darên fêkî mîna darên behîv û zeytûnan.
Yekîtîya Cotkaran û Rêveberîya Çandinîyê, dîyar kir ku zîyan gihîştiye pergalên enerjîya rojê û amûrên çandinîyê jî. Li gorî texmînên destpêkê, zîyan gihaye nêzîkî 10 hezar donim zevî û rêjeya zîyanê di navbera 50% û 100% de ye.
Di dema ku alîyên peywendîdar kar ji bo nirxandina zîyanan û rêyên qerebûkirinê dikin, cotkaran tekez kir ku bi dehên salan e baraneke wisa giran li parêzgeh nehatiye; ev yek bûye sedema têkçûna çandinîyên vekirî û yên nixumandî li seranserî beşê navîn ê parêzgehê.



