Hims-SANA
Parêzgeha Himsê bi hevkarîya Rêveberîya Tenduristîyê civîna xwe ya yekem ji bo bihêzkirina ewlehîya tenduristî û jîngehî li dar xist, bi beşdarîya nûnerên sendîkayên pizîşkî, nexweşxaneyên taybet û kesên peywendîdar bi karûbarên tenduristîyê, ji bo destnîşankirina pirsgirêkên sektorê û danîna planan ji bo çareserkirina wan.
Beşdaran tekezî li ser giringîya rêgirtin li binpêkirinan di navendên ciwankarîyê yên bêmolet û rênivîsên pizîşkî yên neyasayî, û çareserkirina kêmasîya kadroyên pizîşkî û parastina wan de kirin, tevî çalakkirina sîstema weslên elektronîk di nexweşxaneyan de û zêdekirina çavdêrîyê li ser dermanxane û kargehên dermanan ji bo misogerkirina kalîteya berhemê û kontrolkirina nirxan.
Her weha Alîkarê Parêzgarê Himsê ji bo Karûbarên Tenduristîyê Dr. “Ebdulkerîm Xalî” tekez kir ku civîn bi armanca nirxandina rewşa pizîşkî û başkirina asta xizmetên ku pêşkeşî welatîyan tên kirin e, her weha destnîşan kir ku ev gav ya yekem e di nav rêze-civînan de ku wê nirxandina rewşa tenduristî, xwarin û jîngehê li Parêzgehê li xwe bigire.





