Heseke-SANA
Rêveberê Karûbarên Medenî li parêzgeha Hesekê Ezîz El-Mihêmîd, di daxuyanîyên taybet de ji bo beşa Kurdî ya ajansa SANAyê, îro Duşemê 13ê Nîsana 2026an, tekez kir ku nûçeyên derbarê nivîsandina “Erebê Sûrî” di formên regeznameyê de vedigerin ser xeletîyên kesane yên daxwazkeran di dema dagirtina forman de, û ev nayê wateya hebûna tu helwesteke fermî. Wî destnîşan kir ku li gorî rênimayan, divê di beşa regeznameyê de tenê “Sûrî” were nivîsandin.
El-Mihêmîd rêzgirtina li nasnameya Kurdî wek parçeyekî resen ji pêkhateya niştimanî anî ziman, û da zanîn ku ew ji bo pêşkêşkirina hêsankarîyên pêwîst dixebitin da ku welatîyên Kurd li gorî çarçoveyên yasayî regeznameyê wergirin.
El-Mihêmîd derketina vê mersûmê ku heq li xwedîyan vegerandîye li “birayên Kurd” pîroz kir, û tekez kir ku hikûmet bi biryar e dosyaya “Mektûman” (yên ku qeyda wan nebû) ê ku rejîma hilweşîyayî li dû xwe hiştibû bigire û encamên wê çareser bike.
Di bersiva pirsekê de derbarê rewşa kesên mektûm ên ku li derveyî welêt in û nikarin niha vegerin, tevî ku serokê malbatê (bav) wefat kiriye, El-Mihêmîd dîyar kir ku daxwaza regeznameyê li hemû welatan divê bi awayekî kesane be, lê rênimayên niha rê didin serokê malbatê ku belgeyên endamên malbatê yên li derveyî welêt in pêşkêş bike, da ku mafên wan winda nebin û heta vegera wan a welat parastî bimînin.
El-Mihêmîd da zanîn ku daxwaza regeznameyê bi rêya wekaletnameyê (parêzeran) nayê qebûlkirin, her wiha li balyozxaneyên komarê jî daxwaz nayên wergirtin. Wî anî ziman ku ev astengî ji bo alîyên peywendîdar hatine şandin da ku li ber çavan werin girtin û çareserîyên guncaw ji wan re werin dîtin.