Şam-SANA
Wezareta Hundir ragihand ku piştî şopandin û çavdêrîyeke hûr, bandeke ji pênc kesan pêkhatî ku fêrî dizîkirina dikanên bazirganî û motorsîklêtan li bajarê Hemayê û gundên derdorê bûne, hatin girtin.
Wezareta Hundir dîyar kir ku doznameyên pêwîst hatine amadekirin û kesên girtî ji bo temamkirina rêkarên yasayî şandine dadgeha pêwendîdar.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên bo têkoşîna li dijî sûcan û parastina ewlehî û mal û milkên welatîyan de, li gorî yasa û rêzikên berkar tê encamdan.








