Hesekê – SANA
Parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, îro Yekşemê, Rêveberê Giştî yê Sazîya Rewşa Sivîl Ebdullah Ebdullah pêşwazî kir.
Di civînê de mekanîzmayên serlêdana welatîyên Kurd ji bo wergirtina nasnameyê li gorî mersûma serokatîyê ya bi jimara (13), amadekarîyên pêwîst û karê komîteya taybet a bi vê mijarê re hatin gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Serok El-Şeri′ di 18ê Kanûna Duyem de derbarê welatîyên Sûrî yên Kurd de mersûmek derxistibû; xala wê ya çaremîn dibêje ku nasnameya Sûrî ji bo hemû welatîyên bi koka xwe Kurd ên li ser axa Sûrîyê dijîn, di nav de “Mektûm El-Qeyd”, bi wekhevîya tam di maf û erkan de, tê dayîn.

