Şam – SANA
Parêzgeha Şamê dîyar kir ku biryara bi jimara 311 a derbarê rêkûpêkkirina pîşeya firotina vexwarekên alkolî de, tedbîreke rêxistinî ye ji bo yekkirina qanûnên berê yên ku vedigerin sala 1952an. Armanca vê biryarê kontrolkirina bêserûberîyê, parastina aştîya navxweyî û rewiştên giştî ye, bêyî ku destwerdan di azadîyên kesane de hebe.
Ev biryar li ser bingeha mercên kevn ava bûye ku tê de dûrahîya ji perestgeh û dibistanan, razîbûna cîranan û qedexekirina firotinê ji bo kesên temenbiçûk hatine dîyarkirin; ev yek jî wek bersivekê ji gilî û gazindên şênîyan yên bandor li rihetîya wan dibû re hat.
Parêzgehê tekez kir ku çalakîyên geştyarîyê yên wekî hotêlan nakevin ber vê biryarê de, her wiha rewşa xwaringehên geştyarîyê jî tê lêkolînkirin. Di heman demê de, parêzgehê lêbûrîna xwe ji şênîyên (Bab Tûma, El-Qesa’ û Bab Şerqî) ji ber têgihiştina şaş ji biryarê re xwest.