Gundewarê Şamê-SANA
Şert û mercên dijwar ên hewayê û barîna bi xurtî ya baranê li herêma Gundewarê Şamê, bûn sedema jikarketina hejmarek xetên voltaja navîn û îstasyonên veguherînê yên Erbîn, Seqba, Zebedanî û Bilûdanê bi awayekî demkî, ku ev yek bû sedema qutbûna elektrîkê.
Sazîya Giştî ya Elektrîkê ya Gundewarê Şamê, tekez kir ku tîmên wan ên teknîkî bi xurtî dixebitin ji bo çareserkirina alavên xerabûyî û vegerandina elektrîkê bo herêmên zîyan gihaye wan.
Hevdemî vê yekê, bagerên birûskî û zîpik bûn sedema kombûna avê li ser rêyan û herifîna du dîwarên derizî li Şama Kevn, di heman dema amadebaşîya dezgehên peywendîdar de ji bo rûbirûbûna encamên keşûhewayê.