Heleb – SANA
Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê ya Helebê û Rêveberîya herêma Ezazê, di rûniştineke dîyalogê de bi mamosteyên bajêr û gundewarê wî re, hejmarek mijarên girêdayî daxwazên wan li Bakurê Sûrîyê gotûbêj kirin.
Cîgirê Rêveberê Perwerdeyê, Mihemed Ebdulrehman, zelal kir ku dosya mûçe û ya rewşa mamosteyên ji kar hatine dûrxistin hatin gotûbêjkitin. Çareserî jî ji bo zehmetîyên ku tên pêşîya wan hatin pêşnîyarkirin, û li ser bidawîanîna grevê û vegera xwendekaran bo dibistanên wan hat lihevkirin.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Herêmê Xalid Yasîn got ku mohlet ji bo alîyên peywendîdar hatiye dayîn ji bo pirsgirêkên perwerdeyê çareser bikin. Di heman demê de, rêveberê dibistana Tilalînê Mihemed Mistefa bal kişand ser wê yekê ku sedemên grevê kêmbûna mûçeyan û newekhevîya wan û derengketina erkdarkirina domdar a mamosteyan bûn, û biryar e ev mijar bi destpêka sala bê re werin çareserkirin.


