Reqa-SANA
Îro Sêşemê, kesekî canê xwe ji dest da û yekî din birîndar bû, ji ber encama teqîna mîneke erdê ya ji bermayên rejîma berê, li nav zevîyeke çandinîyê li rojavayê bajarê Girê Spî, li gundewarê bakurê Reqayê.
Li gor ku Rêveberê Nexweşxaneya El-Reşîd, Dr. Yehya El-Muşrif ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kiriye, wan piştî teqîna mînekê li zevîyekê, cenazeyê xortê bi navê Qasim Tamir El-Hisên yê 30 salî wergirtiye, û birîndarê bi navê Ehmed Telal El-Xemîs yê 22 salî pêşwazî kiriye.
