Heleb-SANA
Alîkarê Parêzgarê Helebê yê karên Rewşên Awarte, Av û Çandinîyê birêz Ferhad Xorto, Berpirsê herêma Efrînê birêz Xeyro El-Dawûd û Rêveberê Çavkanîyên Avê li parêzgeha Helebê mamoste Ehmed El-Ehmed, bi amadebûna kadroyê teknîkî yê pispor, serdana Bendava Meydankê kirin.
Armanca ji vê gerê piştrastkirina silametîya bendavê, şopandina karên çaksazîyê û girtina derîyê valakirina avê bû, ji bo misogerkirina silametîya giştî.






