Reqa-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn îro duşemê êrîşeke terorîstî ku xaleke wan a kontrolê li bajarê Reqayê kiribû armanc pûç kirin. Di encama êrîşê de çar endamên xalê şehîd bûn û du endamên din birîndar bûn, her wiha terorîstek hat kuştin.
Wezareta Hundirîn bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê ronî kir ku hêzên ewlekarîyê operasyona lêgerîn û pakkirinê li herêmê berdewam dikin, da ku endamên mayî yên şaneya terorîstî ji nav bibin.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku ev êrîşa duyemîn e li ser Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li herêmê, piştî ku duh heman xal rastî êrîşeke din a terorîstî hatibû ku di encamê de êrîşkerê terorîst hatibû bêbandorkirin. Ev êrîş bi armanca têkdana aramîyê pêk tên.



