Hesekê-SANA
Banka Navendî ya Sûrîyê îro Pêncşemê karê şaxê xwe li parêzgeha Hesekê ji nû ve çalak kir, piştî ku rawestana wê zêdetirî sal û nîvekê dom kiribû, ev yek bi amadebûna Rêveberê Bankê Sefwet Reslan û Parêzgar Nûredîn Ehmed pêk hat.
Dubare çalakkirina karê şaxê Banka Navendî ya Sûrîyê li parêzgehê, gaveke girîng e di aramîya kerta darayî û bankî de li parêzgehê, û peydakirina hêsankarîyên bankî yên taybet bi karê sazîyên fermî û xizmetguzarîyê, her wiha misogerkirina çalakkirina tevgera aborî ya xwecihî.
Di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, rêveberê şaxê bankê li Hesekê Nûrî El-Şemdîn dîyar kir ku şaxê bankê dergehên xwe ji bo serlêderan ji nû ve vekirine, piştî temamkirina pêwîstîyên kar, her wekî kadroyên karker û alavên lojîstîkî, ev yek jî di heyameke girîng de tê ku cotkarên parêzgehê berhemên xwe yên genim difiroşin, ku ev di dabînkirina herikîna diravî ya taybet bi dayîna bihayê dexlûdanê ku ji alîyê cotkaran ve bêyî derengketin hatine firotin, dibe alîkar.


