Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla Dagîrker îro li gundewarê Quneytirayê yê başûr bi ser gundê Eyn Zîwan de girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê derbasî gund bû û bi ser çend malan de girt, her weha xaleke kontrolê li ser kevîyên gund danî, û tevgera xelkê asteng kir.
Nûçegihan amaje bi wê yekê kir ku desthilatên dagîrkerîyê ciwanekî ku duh li gundê Seyda El-Colan li gundewarê Quneytirayê yê başûr hatibû girtin, serbest berdan.