Şam-SANA
Komîteya Bilind a hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro Sêşemê, biryarek derxist ku lîsteya dawî ya komîteyên herdu herêmên hilbijartinê li parêzgeha Reqayê li xwe digire.
Komîteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ev biryar li ser bingeha bendên Danezana Destûrî, bendên mersûma hejmar 66 a sala 2025an û mersûma hejmar 143 a sala 2025an hatiye dayîn.
Komîteyê her wisa dîyar kir ku cihê karê komîteya taybet bi navenda her navçeyeke hilbijartinê tê dîyarkirin, û komîte ji dîroka derketina vê biryarê ve dest bi karê xwe dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku navê yekem di her komîteyekê de wek serokê komîteya taybet bi navçeyê tê hesibandin.
Parêzgeha Reqayê ji sê herêmên hilbijartinê pêk tê: Reqa, Tebqa û Girê Spî. Nûnerên herêma Girê Spî di dawîya Cotmeha borî de hatibûn hilbijartin.