Reqa-SANA
Di encama operasyoneke ewlehîyê de li taxa El-Şueyb a Reqayê, polîsek şehîd bû û yekî din jî birîndar bû. Di operasyonê de 5 belavkerên maddeyên hişbirê hatin girtin û dest danîn ser miqdarên madeyên hişbir, çek û amûrên bikaranînê.
Wezareta Navxweyî zelal kir ku yekîneyên ewlehîyê di dema serdegirtina bandeke maddeyên hişbirê de rastî gulebaranê hatin, ku di encamê de du endam birîndar bûn û yek ji wan îro ji ber birînên xwe şehîd bû. Wezaretê tekez kir ku ew ê li ser şopandina tometbarên din ên firar berdewam bin da ku wan radestî dadgehê bikin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo têkoşîna li dijî maddeyên hişbir û şopandina kesên tê de cih digirin tê, ji bo dabînkirina ewlehî û aramaîya civakê.