Idlib-SANA
Îro Yekşemê, karwanekî nû yê vegera xwebexş ku ji 220 malbatan pêk tê, ji kampên koçberîyê yên li bakurê parêzgeha Idlibê ber bi gund û bajarokên xwe ve li parêzgehên Idlib, Hema, Hims, Heleb, Dêrezor, Laziqîye, Şam û Gundewarê Şamê bi rê ket.
Karwan bi serpereştîya Parêzgeha Idlibê, û bi hevkarîya ligel Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar û Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan hat birêxistin.
Ev pêngav her wiha bi hevahengîya ligel Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêxistina Muzin a Xêrxwazî û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî pêk hat, bi amadebûna şandeyeke navneteweyî li cihê belavkirina alîkarîyan.
Rêveberê Rêveberîya Bakur a Karûbarên Civakî û Kar li Idlibê Mihemed Bakîr di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku karwan ber bi heşt parêzgehên Sûrîyê ve diçe, û dîyar kir ku piranîya herî mezin a malbatên vegerîyayî ji gundewarê başûrê Idlibê û gundewarê bakur û rojavayê Hemayê ne.






