Hesekê-SANA
Komxebatkarên teknîkî yên Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Hesekê, bi hevkarîya ligel Rêxistina “Xebata li dijî Birçîbûnê”, sê bîrên ava vexwarinê li gundewarê parêzgehê çaksaz kirin û ew xistin xizmetê, ev yek jî di çarçoveya hewldanên wê yên berdewam de ye ji bo çaksazkirina projeyên ava gundewarî û baştirkirina rewşa dabînkirina avê.
Rêveberê Giştî yê Şirketê Ferhan El-Uweys, îro Yekşemê di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re zelal kir ku komxebatkarên teknîkî, îro du bîr li herêma Çilaxa çaksaz kirine, û piştî çêkirin û danîna pompeyan ew xistine xizmetê, bîra yekem, bi hêza 30 hespî ye û ya duyem bi hêza 25 hespan e.
Têkildarî mijarê, wî anî ziman ku komxebatkaran berî çend rojan bîreke avê li gundê Zebanayê li gundewarê bajarê Qamişloyê çaksaz kiriye; ew jî bi rêya çêkirina pompeya bi hêza 25 hespan, vê yekê jî hişt bîr careke din bikeve xizmetê.
Baştirkirina istiqrara ava vexwarinê
El-Uweys tekez kir ku vegerandina sê bîran bo xizmetê dê berdewam ava vexwarinê ji bo şênîyên herêma Çilaxa û gundê Zebanayê dabîn bike.
Her wiha wî bal kişand ser berdewamîya şirketê di cîbicîkirina planên çaksazî û çêkirina projeyên avê yên gundewarî de ku li seranserê parêzgehê belav bûne, bi awayekî ku rewşa dabînkirina avê baştir bike û berdewamîya pêşkêşkirina xizmetê ji welatîyan re misoger bike.