Şam-SANA
Lekolînerê sîyasî Ebdilbasit Seyda, di roja sêyem a çalakîyên Pêşangeha Şamê ya Navneteweyî ya Pirtûkan de (di xula wê ya awarte de), semînerek bi navê “Gotara Niştinanî ya Berfireh” pêşkêş kir. Seyda di semînera xwe de bal kişand ser girîngîya wê gotarê di xurtkirina yekîtîya neteweyî û avakirina pêşerojeke baştir de.
Seyda di semînerê de dîyar kir ku gotara neteweyî li Sûrîyê çarçoveyeke baş e ji bo jinûveavakirina tevna civakî piştî şoreşê û hilweşîna rejîma berê, û ev gotar êdî wekî pêdivîyeke exlaqî, mirovî û sîyasî tê dîtin, li dijî gotara kîn û nefretê ya ku her diçe zêde dibe û gefê li peywendîyên civakê dixwe.
Li gorî nêrîna Seyda, armancên bingehîn ên gotara neteweyî ev in: Xurtkirina yekîtîya neteweyî û serwerîyê bi rêya tekezkirina li ser yekparçebûna axa Sûrîyê û redkirina her hewldaneke dabeşkirinê; her wiha çespandina prensîba jîyana hevbeş a aştîyane, dûrketina ji her cureyê tundûtûjî û tolhildanê, û avakirina sazîyên dewleteke nûjen li ser bingeha qanûn û sazîyan.
Seyda tekez kir ku divê bingeha vê pêvajoyê li ser prensîbên rêzgirtina Sûrîyan ji hev re û qebûlkirina hev be. Her wiha divê sedem û encamên gotara kîndarîyê werin nîqaşkirin û li ser nerîneke hevpar ji bo rûbirûbûna wê li hev were kirin.
Di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê, Seyda anî ziman ku pêşangeh gotara rewşenbîrî xurt dike û wekî veberhênanekê di çand, zanîn û zanistê de ye, ku di encamê de veberhênanek ji bo paşerojê ye. Wî amaje kir ku zanîn rêya pêşketinê ye û em hewceyî pevguhertina nêrînan bi awayekî aqilmend in, bi giringîdana çareserîyan li şûna rexneyên neyînî.
Seyda her wiha dît ku hatina xelkê ji bo serdana pêşangehê û kirîna pirtûkan, tevî şert û mercên aborî yên dijwar, rastîya gelê Sûrîyê nîşan dide.
Ebdilbasit Seyda di sala 1965an de li Hesekê ji dayik bûye. Ew lêkolînerekî akademîsyen e, bi helwestên xwe yên li dijî rejîma berê tê naskirin. Di sala 2011an de beşdarî di avakirina Encumena Neteweyî ya Sûrîyê de kiriye. Seyda zêdetirî bîst salan e li Swêdê dijî û pispor e di warê şaristanîyên kevn e. Gelek pirtûkên wî di warê ramana Erebî û mijarên Kurdî de hene, her wiha gelek gotarên wî li ser dîroka olan û ramana sîyasî hatine weşandin.