Heleb-SANA
Artêşa Erebî ya Sûrîyê hejmarek çekên giran û navîn li hundirê taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê desteser kirin, ku rêxistina HSDê ji bo armancgirtina taxên bajêr bi kar dianîn.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Parastinê ji bo SANAyê ragihand ku operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li nav kolanên taxê hîn jî berdewam in, lê ev operasyon bi hêdîka û bi baldarîyeke pir bilind tên meşandin; armanc jê parastina jîyana welatîyên sivîl e ku rêxistina HSDê rê li ber wan girtiye ku ji taxê derkevin da ku wan wekî mertalên mirovî bi kar bîne.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihandibû ku operasyona paqijkirina taxê ji hebûna rêxistina HSDê ya tawanbar dest pê kiriye, piştî ku hemû mohletên ku ji wan re hatibûn dayîn bi dawî hatin.

